NÛÇEYÊN KURDÎ

ESNAFÊN SÛKA PENÎR A BAGLAR: HÊZA KIRÎNÊ KÊM DIBE, EM DIQEDIN

Esnafên Sûka Penîr a Baglarê dîyar kirin ku bi salan e di pîşeya xwe de dema herî nebaş dijîn û gotin, "Em gav bi gav diqedin."

ESNAFÊN SÛKA PENÎR A BAGLAR: HÊZA KIRÎNÊ KÊM DIBE, EM DIQEDIN

Esnafên Sûka Penîr a Baglarê dîyar kirin ku bi salan e di pîşeya xwe de dema herî nebaş dijîn û gotin, "Em gav bi gav diqedin."

Her ku roj bi roj krîza aborî kûrtir dibe, hêza kirîna welatîyan jî kêm dibe. Zêdebûna xwarinên herî bingehîn dibe sedem ku welatî ji bazaran dest vala vegerin.

Penîr ku yek ji xwarinên bingehîn e jî ji meha Cotmehê û vir ve hema her roj bihayê penîr zêde dibe. Di nûçeya Ajansa Mezopotamyayê de esnafên Bazara Penîr a Baglarê ya navçeya Baglara Amedê dîyar kirin ku wek berê nikarin firotinê bikin.

Esnafan dîyar kirin ku par rojane kêmzêde 200 kg penîr difirotin, lê belê îsal ji ber zêdebûna bihayan rojane 50 kg penîr difroşin. Esnafan anî ziman ku hêza kirînê ya welatîyên ku tên bazarê kêm e û wiha berdewamkirin, “Hêza kirînê gelekî kêm bûye. Kirîna bi deyn her tim zêde dibe. Em tenê hewl didin ku kêmasîyên xwe bigirin. Em her ku diçe bêtir diqedin, em bêhna xwe winda dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.