NÛÇEYÊN KURDÎ

EV NEXWEŞÎYA NEPENÎ YA LI MISRÊ RÛ DA YE COVID-19 YA NÛ YE?

Li Misirê derdora 270 kes bi nexweşîya "nepenî" ya ku sedema wê nedîyar e ketine.

EV NEXWEŞÎYA NEPENÎ YA LI MISRÊ RÛ DA YE COVID-19 YA NÛ YE?

Li Misirê derdora 270 kes bi nexweşîya "nepenî" ya ku sedema wê nedîyar e ketine.

Her ku hejmara bûyeran zêde bûye, nexweşî fikar zêde kirîye û dibe ku ew guhertoyek nû ya Covid-19 be.

Wezareta Tenduristî û Nifûsê ya Misirê daxuyanîyek da û dîyar kir ku li gundê El-Aleqat a bajêr tu "nimûneyên yekgirtî" yên nexweşan tune.

Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê Amr Qendîl dîyar kir ku nîşaneyên êşa bedenê, taya ku di navbera 3 û 5 rojan de berdewam dike, êşa hestî û carinan vereşîn û gêjbûn in.

Di daxuyanîya wezaretê de hat dîyarkirin ku ekîbên şopandina epidemîolojîyê ji bo lêkolînkirina bûyeran sewqê bajêr bûne û ji nexweşan nimûne hatine hildan.

Hemî bûyerên ku li Qena hatine tomar kirin nîşanên sivik hatine tespît kirin û heya niha ti nexweşîyek giran an jî rakirina nexweşxaneyê çênebûye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.