NÛÇEYÊN KURDÎ

EV SERÊ 2 ROJAN E JI ZÎLAN A 17 SALÎ TU AGAHÎ NAYÊ HILANÎN

Ji keça 17 salî ya ku ji navçeya Mazgirtê çûye navenda bajêr, ev 2 roj in tu agahî jê nayê girtin.

EV SERÊ 2 ROJAN E JI ZÎLAN A 17 SALÎ TU AGAHÎ NAYÊ HILANÎN

Ji keça 17 salî ya ku ji navçeya Mazgirtê çûye navenda bajêr, ev 2 roj in tu agahî jê nayê girtin.

Li gor agahîyan, hat dîyarkirin ku Zîlan Mûrat a 17 salî ya li gundê Oymadagê ya navçeya Mazgirtê ya Dêrsimê dijî, 2 roj berê ji bo têkeve ezmûnê çûye navenda Dêrsimê û careke din nehatîye.

Piştê ku ji malê derketîye û pê de telefona Zîlan lê nade  û ev 2 roj in tu agahî jê nayê girtin. Malbata Murat a ku agahî ji keça xwe negirtin, îxbara wendbûye da sazîyên têkildar. Malbatê bang li rayedaran kir ku divê bila tavilê keça wan bê dîtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.