GÜNDEM

"EZ HÊVÎ DIKIM MAWEYA PEYMANA KORÎDORA ZAD WERE DIRÊJKIRIN”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştê hevdîtina bi Serokkomarê Ukraynayê Zelenskîy re daxuyanî da û got, "Hêvîdar im dema Înîsîyatîfa Zad a Deryaya Reş dîsa bê dirêjkirin.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştê hevdîtina bi Serokkomarê Ukraynayê Zelenskîy re daxuyanî da û got, "Hêvîdar im dema Înîsîyatîfa Zad a Deryaya Reş dîsa bê dirêjkirin.

" Serokkomarê Ukraynayê Zelenskîy yê ku li ser vexwendina Serokkomar Erdogan hatibû Stenbolê, li Qesra Vahdettîn bi merasimekê pêşwazî kir. Di hevdîtinê de mijarên herêmî û navneteweyî yên wekî têkilîyên her du welatan, geşedanên dawî yên şerê Rûsya û Ukrayna û Peymana Korîdora Zad ya Behra Reş ku wê di 17'ê Tîrmehê de bi dawî bibe, hatin nirxandin.

Hevdîtin bi qasê 2 demjimêr û nîvan berdewam kir.  Serokkomar Erdogan, derbarê Peymana Korîdora Zad a Deryaya Reş wiha got, "Ez hêvî dikim ku maweya wê 17ê tîrmehê de biqede, wê were dirêjkirin. Em çav li rê ne ku ji 2 mehan carekê, qe nebe ji 3 mehan carekê bibe. Emê hewl bidin ku maweyê derxînin 2 salan."  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.