AMED

FÎDAN Û BLINKEN LI ENQERE’YÊ HEVDÎTIN PÊK ANÎN

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê (DYA) Antony Blinken re hevdîtin kir. Fîdan û Blinken li Wezareta Karên Derve yek bi yek û di nava heyetan de hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinê de geşedanên herêmî bi taybetî Gaze û têkîlîyên dualî hatin gotûbêjkirin. Wezîr Fîdan di civîna îro de ji hevtayê xwe yê Amerîkî Blinken re tekez kir ku divê rê li ber Îsraîl bê girtin ku êrîşê sivîlan neke û xelkê li Gazeyê koçber neke û bilez agirbesteke tam were ragihandin.

Çavkanîyên dîplomatîk ên derbarê hevdîtinê de agahî dan wiha gotin, "Tirkîye û DYA li ser pêwîstîya parastina sivîlên li Gazeyê, pêwîstîya gîhandina alîkarîyên mirovî û çareserîya du dewletî li hev dikin. Di civîna îro de jî tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo çareserîya du dewletî bi hev re kar bikin.” Hat destnîşankirin ku di hevdîtina li Wezareta Karên Derva de pêvajoya berfirehkirina NATOyê ya di çarçoveya endamtîya Swêdê de û mijarên dualî û herêmî jî hatin gotûbêjkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.