NÛÇEYÊN KURDÎ

FADIL ŞENYAŞAR WEK ENDAMÊ AKPÊ HATÎYE QEYD KIRIN!

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Mahmut Tanal, dîyar kir ku Fadil Şenyaşar ê ji malbata Şenyaşara ku li ber Edlîyeya Rihayê 'Nobeda Edaletê' digrin, weke endamê teşkîlata AKP'ê ya Pirsûsê hatîye tomar kirin.

Tanal ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got “Em cara yekem e vê rastîyê eşkere dikin! Ma we dizanibû ku endamê Malbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar ê ku weke 'endamê rêxistina terorê' bûbû hedef, li teşkîlata AKP'ê ya Pirsûsê wek endam hatîye qeyd kirin û her wiha bi biryara lijneya dîsîplînê di 14ê nîsana 2020an de qeyda endamtîya wî hatîye jêbirin. Niha dê çi bibe? Ji ber ku “Bi AKPê re şer kirine” dê behsa bûyerê bê kirin? Bi bikaranîna hêza xwe ya sîyasî hun nikarin tu kesî weke terorîst bikin hedef. Hûn nikarin dozeke edlî weke êrîşeke terorî bidin nasîn. Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze. Dixwaze ku rastî derkevin holê. dixwaze dîmenên kamerayên nexweşxaneyê bên dîtin.” 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.