NÛÇEYÊN KURDÎ

FAZIL BAT Ê KU NEXWEŞÊ ALZHEIMERÊ YE 3 ROJE WINDA YE

Li Çinarê welatîyê bi navê Fazil Bat ê 75 salî ev 3 roje jê agahî nayê girtin.

FAZIL BAT Ê KU NEXWEŞÊ ALZHEIMERÊ YE 3 ROJE WINDA YE

Fazil Bat ê ku li Gundê Taxa Belenlîya navçeya Çinarê di Xanîyên Kom ên Acîkuyuyê de dijî 3 roj berê di saetên sibê de ji malê derket û careke din agahî jê nehat girtin.

Malbata wî fêm kir ku Bat winda bûye û li taxê gerîyan.

Dema ku ji Fazil Bat ti şopek nehat dîtin, malbat agahî da hêzên ewlehîyê. Li herêmê ji alîyê ekîbên cendirme, AFAD û ANDAyê ve lêgerîn hat destpêkirin. Lêgerîna Fazil Bat hê jî didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.