NÛÇEYÊN KURDÎ

FERHAT ENCU: EM Ê TEWRA XWE LI ALÎYÊ AZADÎYÊ BIKARBÎNIN

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, derbarê îdîayên 'boykot'ê yên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de axivî û got, "Em ê helwesta xwe ji bo guhertin û azadîyê bi kar bînin."

Piştê ku Serokê Giştî yê Partîya Zaferê Ûmît Ozdag û Namzetê Serokomarîyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû li ser mutabaqata 7 xalî li hev kirin, hesabê sexte yê bi navê 'Rêxistina Ciwanên HDP'ê" li ser medyaya civakî parve kir û got ku HDP'yîyan biryara boykotkirina tûra duyemîn a hilbijartinê dan.

Di nivîsê de wêneyê Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî cih girt. Encu di daxuyanîya xwe de dîyar kir ev nivîs sexte ye û di vê warê de tu îzahata wan tune. Encû di daxuyanîya xwe de got, "Rêxistineke me ya bi vê rengê tune ye.

Yên ku mekanîzmaya me ya rêxistinê nas bikin, wê fêm bikin ku ev ne rast e. Biryara me ya boykotê nîne. Ev nabe... Em ê dîsa bi helwestek ji bo demokrasî, azadî û guhertinê kar bînin.."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.