NÛÇEYÊN KURDÎ

FILISTÎN ÎDÎA KIR KU ÎSRAÎL BOMBEYA FOSFOR BI KAR ANÎYE

Filistîn îdîa kir ku Îsraîl di bomberdûmana xwe ya li ser Gazeyê de bombeyên fosforê bi kar anîye.

FILISTÎN ÎDÎA KIR KU ÎSRAÎL BOMBEYA FOSFOR BI KAR ANÎYE

Filistîn îdîa kir ku Îsraîl di bomberdûmana xwe ya li ser Gazeyê de bombeyên fosforê bi kar anîye.

 

Wezareta Karên Derva ya Filistînê derbarê mijarê da li ser medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Îsraîla dagirker li dijî Filistînîyan fosfora spî ya ku li qada navneteweyî qedexe ye bi kar tîne."

 

Ji alîyê din ve hat bibîrxistin ku Îsraîl ne cara yekem e bombeya fosforê ya ku di çarçoveya "Peymana 1980 ya Çekên Konvansîyonel" de hatibû qedexekirin bi kar anîye. Îsraîl di êrîşên 2014'an ên li ser Gazeyê de jî bombeya qedexe bi kar anîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.