NÛÇEYÊN KURDÎ

GARANA PEZAN JI SÎNOR DERBAS DIKIN, DIBE KU GOŞT BIBE 700 LÎRE

Tê îdîakirin ku li herêma başûrê rojhilatê gelek garana pezan ji sînor tên derbaskirin û ji ber vê jî wê buhaya goştê sor derkeve 700 lîreyê.

GARANA PEZAN JI SÎNOR DERBAS DIKIN, DIBE KU GOŞT BIBE 700 LÎRE

 Serokê Odeya Qesaban a Amedê Haci Atli, di daxuyanîya xwe ya derbarê sedema buhabûna goştê sor de dîyar kir ku wan bihîstîye ku garana pezan sînor derbas dikin û divê rayedar vê rewşê lêkolîn bikin û tedbîran bigirin.

 

estnîşan kir ku hikûmet piştgirîya baş nade hilberineran û xwest ku pakêta piştgirîyê ya bi kontrol tavilê bikeve merîyetê. Atli wiha axivî, “Ev 10 rojên dawî gotegot hene. Ji Colemêrg, Şirnex, Gever û Şemzînanê pez zindî dişînin Bakurê Iraqê.

Ger ev nefermî be, divê ji bo vê yekê ceza were dayîn. Ger ev rewşek fermî be, divê ev jî were sekinandin. Nexwe em ê goşt bi 700 lîreyê bixwin. Gelo kesên ku dixwazin bi 600-700 lîreyê goşt bime bidin xwarin hene?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.