NÛÇEYÊN KURDÎ

GARO PAYLAN JI BO KU OKTAY BIBERSIVÎNE PIRSEK DA MECLÎSÊ

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, ji bo ku Alîkarê Serokomarîyê Fuat Oktay bibersivîne, pirsek da Meclîsê.

GARO PAYLAN JI BO KU OKTAY BIBERSIVÎNE PIRSEK DA MECLÎSÊ

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, ji bo ku Alîkarê Serokomarîyê Fuat Oktay bibersivîne, pirsek da Meclîsê. Paylan, di pirsa xwe de bal kişand ku TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyona xerîdaran ji sedî 2,98, enflasyona xerîdaran a salane jî sedî 73,50 ragihandîye û dîyarkir ku ev rêje ne nîvê enflasyona ya ku gel hîs dike ye. Paylan, di pirsa xwe de wiha got; “Hûn bi kêm nîşandana enflasyonê ya TÛÎK’ê re bi enflasyonê re têdikoşin? Nîşandana enflasyona kêm, ma ne dizîya zemên mûçeyên karker, memûr û kesên teqawîtbûyî ne? Ma hûn nizanin ku nîşankirina enflasyonê ya kêm hêza kirînê ya kesên xizanan hilweşîne? TUÎK çima bihayên berhemên ku enflasyonê hesab dike rawestand? Haya we jê heye ku we îtîbara TÛÎK'ê xera kirîye?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.