NÛÇEYÊN KURDÎ

GAZE: ÎSRAÎL, ÇEKÊN NE KONVANSIYONEL BI KAR TÎNE

Şerê Îsraîl û Filistînê û bomberdûmanên dijwar ên li dijî Gazeyê di roja 17emîn de dewam dike.

GAZE: ÎSRAÎL, ÇEKÊN NE KONVANSIYONEL BI KAR TÎNE

Şerê Îsraîl û Filistînê û bomberdûmanên dijwar ên li dijî Gazeyê di roja 17emîn de dewam dike.

Wezareta Tenduristîyê ya Gazeyê bi daxuyanîyekê ragihand ku Îsraîl "çekên ne konvansiyonel" bi kar anîne û ji ber vê yekê di laşê qurbanîyan de şewatên giran derketine.

Berdevkê wezaretê Eşref el-Qudra di daxuyanîyekê de got ku "personelên tenduristîyê çavdêriya bikaranîna çekên ne asayî kirin ku di laşên şehîdan û birîndaran de şewatên giran çêbûn e." Îsraîl derbarê van daxuyanîyan de heta niha ti bersivek nedaye.

El-Qudra herwiha hişyarî da ku eger neft ji nexweşxane û tesîsên tenduristîyê re neyê temînkirin wê ji hezarê zêdetir nexweşên têkçûna gurçikê re “komplikasyonên cidî” derxe holê û ev jî bibe sedema mirina wan. Li gor daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Gazeyê, Arteşa Îsraîl bi operasyonen esmanî yên tund va li Gazeyê didomine û di encamê de 4 hezar û 651 Filistînî ku ji wan 1873 zarok û 1023 jin in, mirin, 14 hezar û 245 kes birîndar bûn. Ji alîyê din ve tê dîyarkirin ku hejmareke nedîyar di bin xirbeyan de mane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.