NÛÇEYÊN KURDÎ

GHEBREYESUS: JI BER QUTBÛNA XETÊN RAGIHANDINÊ EM BI FIKAR IN

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Ghebreyesus dîyar kir ku ew ji ber bombebaran li ser Gazeyê û qutbûna înternetê ku kesên birîndar xwe nikarin bigîhînin nexweşxanayê, bi fikar in.

GHEBREYESUS: JI BER QUTBÛNA XETÊN RAGIHANDINÊ EM BI FIKAR IN

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew ji nûçeyên li ser qutbûna xetên ragihandinê û bombebaranên giran ên li Gazeyê bi fikar in.

 

Ghebreyesus di parvekirina xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya civakî de dîyar kir ku divê hemû kanalên ragihandinê ji nû ve bên aktîfkirin û wiha got: "Em ji nûçeyên li ser qutbûna xetên ragihandinê û bombebaranên giran ên li Gazeyê bi fikar in. Kesên ku hewcedarîya wan bi alîkarîya tenduristîyê ya lezgîn heye nikarin xwe bigihînin nexweşxane û ambulansan."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.