NÛÇEYÊN KURDÎ

GHEBREYESUS: WEQAYÊN MANKEYPOXÊ SEDÎ 20 ZÊDE BÛ

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanê (DSO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus geşedanên dawîn ên derbarê monkeypoxê de nirxand û wiha got: ‘Ji serê salê û vir ve weqayên monkeypoxê li 93 welatan hat dîtin.

Ji serê salê heta 16’ê Tebaxê 36 hezar û 412 weqa hat tespîtkirin. Heta niha 12 kesan ji vîrusa mankeypoxê jîyana xwe ji dest da. Her wiha Ghebreyesus destnîşan kir ku di 7 rojên dawîn de teqrîben 7 hezar û 500 weqayên nû hatin tespîtkirin û hejmara weqayên heftane sedî 20 zêde bûn. Her wiha Ghebreyesus dîyar kir ku dibe aşîyên kulîlkan ên heyî ji bo mankeypoxê tesîrek erênî bike lê daneyên derbarê tedarîkên aşîyan gelek kêm e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.