NÛÇEYÊN KURDÎ

GILÎYÊ DADGERÊ LI HSK’Ê KIRIN

Baroya Amedê, dadgera ku di doza êrîşa ku li mîtînga Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di sala 2015’an de hatibû kirin de biryara beraatê dabû 14 polîsan, gilî li Lijneya Dozgerî û Dadgeran (HSK) kir.

Mahkemeya Edlîyeyê ya Herêmê ya Amedê di biryara xwe ya di 21’ê Hezîrana 2022’yan de, beraata 10 polîsên ku ji ber ‘îhmala wezîfeyê’ dihat darizandin, erê kiribû. Baroya Amedê û 5 kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi parêzerên xwe Nadîde Kûrûl û Zeynep Işik re, dadgera Mehkemeya Cezayê ya Aslîyeya 14’emîn Gulsum Akkoyûn, bi hinceta dema kar û barên darizandinê de wezîfeya xwe bi helwesteke nebaş bi kar anîye, gilî li HSK’ê kirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.