NÛÇEYÊN KURDÎ

GUNEŞ LI MECLÎSÊ BI KURDÎ AXIVÎ Û HEVWATEYA TIRKÎ BI TABELAYAN NÎŞAN DA

Parlamentera Mêrdînê ya Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Bêrîtan Guneş di axaftina xwe ya li Lîjneya Giştî ya Meclîsê de bi hilgirtina tabelayan hevwateya Tirkî ya gotinên xwe yên bi Kurdî nîşan da.

Guneş bal kişand ser xebatên Apê Musa (Musa Anter) û hevalên wî yên ji bo pêşxistina Kurdî û Enstîtuya Kurdî ya ku wan vekirine. Guneş, bi bîr xist ku Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Komeleya Zimanê Kurdî bi darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatin girtin û wiha axivî, “Em li TDK’ê dinêrin, ji bo Kurdî xebatek tune ye; e, we sazîyên ku me ji bo pêşxistina zimanê Kurdî vekirine jî girtin.

We di peymana mafên zarokan a ji bo perwerdehîya bi zimanê dayîkê jî şîroveyek zêde kir. Zarok nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehîyê bibînin. Zimanê gelên li Tirkîye û Mezopotamyayê dijîn wê çawa pêş bikeve? Ev ziman wê çawa derbasê nifşên nû bibin? Ez li vir dipirsim; Eger ev ne qirkirina çandî û ziman be, çî ye?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.