NÛÇEYÊN KURDÎ

HÎNDÎSTAN, BI DEH HEZARAN LEŞKER Û MUHÎMAT SEWQÊ SÎNORÊ ÇÎNÊ KIR

Berîya tûr 19emîn a gotûbêjên navbera Çîn û Hindistanê, li ser çareserkirina kêşeya sînorî li Hîmalaya, hêza hewayî ya Hindistanê bi deh hezaran leşker û miqdarek mezin ji cebilxaneyên leşkerî ber bi sînorê Çînê sewq kir.

Li gor nûçeya rojnameya Times a Hîndîstanê, rayedarên ku nexwestine navên wan bên eşkere kirin, dibêjin berîya civîna asta leşkerî ya ku tê hevî kirin, li herêma Ladakhê tevgera leşkerî heye.

Hêza hewayî ya Hindistanê hejmareke mezin ji alavên leşkerî, di nav de 68 hezar leşker, 330 maşîneyên şer ên pîyade, 90 tank, çend çekên topavêj, çekên rênîşander yê bejayî û radar li rojhilatê Ladakhê bicîhkirin e.

Hat dîyarkirin ku Hêzên Hewayî yên Hindistanê di 3 salên dawî de 9 hezar ton alavên leşkerî sewqê herêmê kirine. Hevdîtinên 19emîn ji bo çareserkirina kêşeya sînorî ya di navbera Hindistan û Çînê de, ê plan kirin ku di vê mehê de pêk wer e. Tê payîn ku Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî û Serokê Çînê Şî Jînpîng jî beşdarê civînê bibin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.