NÛÇEYÊN KURDÎ

HABER-SEN: BILA PTT ZAGONAN ESAS BIGRE

Ekîba Sendîkaya Kedkarên Poste û Ragihandinê (HABER-SEN) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK) ye bi dirûşma “em li dijî mişextî, bêhiqûqî û bêlîyaqatîyê dimeşin” meş li dar xistibû û ji Batmanê bi rê ketibû, gihaşt Amedê.

Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan di daxuyanîya ku li ber avahîya Midurîyeta Serî ya PTT’ê hat dayîn axivî û wiha got: “Li PTT’ê her roj biryarên kêfî tên standin. Em di sedsala 21’em de liv ê sazîyê rastî biryar û karên dereçaxî tên û hemû xebatkar ji vê yekê bi gazinc in. Em daxwaza vê yekê dikin ku bila PTT erka xwe bîne cih. Rêvebirên PTT’ê endamên me sirgûn dikin û xalbenda 4688’an bi zanebûn binpê dikin, xwe ji zagonan mezintir dibînin.” Piştê daxuyanîyê endamên HABER-SEN’ê ber bi Rihayê ve bi rê ketin û dîyar kirin ku wê saet 17.30’an de li Rihayê daxuyanîyê bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.