NÛÇEYÊN KURDÎ

HABER-SEN: KARKERÊN PTT’YÊ RASTÊ MOBBÎNGÊ DIBIN

Şaxa Haber-Senê ya Amedê, di derbarê zextên li PTT'ê tên jiyîn, li ber Midûrîyeta Giştî ya Postexaneyê ya Amedê, daxuyanî da.

HABER-SEN: KARKERÊN PTT’YÊ RASTÊ MOBBÎNGÊ DIBIN

Şaxa Haber-Senê ya Amedê, di derbarê zextên li PTT'ê tên jiyîn, li ber Midûrîyeta Giştî ya Postexaneyê ya Amedê, daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de pankarta "Li PTT'ê gelek kar heye lê karker tune ye" hat vekirin û sloganên "Dawî li kadroyên siyasî bînin" û "Di cihê kar de dawî li cudahîya zayendîyê bînin" hatin qîrîn. Serokê Şaxa Haber-Sen'ê ya Amedê Mehmet Ulu, daxuyanîya çapemenîyê xwend. Ulu wiha got; "Ew karkerên postê mîna koleyan dixebitinîn. Weke ku em di serdema seretayî de dijîn, ne di sedsala 21.’em de. Li PTT’ê zilm heye. Ji roja ku em hatine damezrandin, heta niha em li dijî zilma ku li karkerên PTTyê tê kirin, li ber xwe didin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.