NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHALEYA FIROTINA TAXA FABRÎKAYÊ HAT BETALKIRIN

Îhaleya taxa Fabrîkayê (Îplîk) ku ji alîyê Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatibû ber firotinê, îro hat betalkirin.

ÎHALEYA FIROTINA TAXA FABRÎKAYÊ HAT BETALKIRIN

Îhaleya taxa Fabrîkayê (Îplîk) ku ji alîyê Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatibû ber firotinê, îro hat betalkirin.

Qeyûma Şaredarîya Yenîşehîrê taxa Fabrîkayê ku lê nêzî 400 xanî û mizgeftek heye, dabû ber firtotinê. Biryara îhaleyê, di 17’ê mijdarê ya 2021’an de bi biryara Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya ji bo ‘Taxa Dokûzçeltîkê Qada Pêşdeçûn û Veguherandina Bajar’ ve hatibû girtin. Odeya Avahîsazên Amedê ji bo betalkirina biryara îhaleyê serî li Dadgeha Îdarê ya 3’yemîn a Amedê dabû. Îhaleya ku li avahîya Şaredarîyê hat kirin tu kes beşdar nebû û li ser vê yekê hat hînbûn ku îhale betal bû. Hat dîyarkirin ku berîya îhalê komek mirov li ber şaredarîyê kom bûn û li ser biryara betalkirina îhalê, bê ku bûyerek çêbe ji ber şaredarîyê çûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.