NÛÇEYÊN KURDÎ

HAMAS, JI VETOYA AMRÎKAYÊ BERTEK NÎŞAN DA

Hamas, vetoya Amrîkayê ya li ser pêşnûmeya biryara agirbesta lezgîn a li Gazeyê ji ber sedemên mirovî wek "Beşdarîya rasterast a Îsraîlê di kuştina gelê Filistînê de" nirxand.

Hamas ji vetoya Amerîkayê ya li ser biryara Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku ji ber sedemên mirovî ji bo Gazeyê agirbesteke lezgîn dabû, bertek nîşan da.

Di daxuyanîya Hamasê de hat gotin, "Em wisa difikirin ku ev helwesteke bêexlaqî û dijmirovahî ye. Astengkirina biryara agirbestê ya KENY’yê ji alîyê Amrîkayê ve, tevlêbûna rasterast a kuştina gelê me ya ji alîyê Îsraîl a dagirker ve ye û banga komkujîya zêdetir e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.