NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI ANTALYAYÊ NAHÊLIN XWENDEKARÊN KURD XANÎ KIRÊ BIKIN

Hat îddîakirin ku li ser gefên Emnîyeta Antalyayê, ofîsa emlaqê peymana kirêyê ya bi xwendekarên kurd re betal kir.

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI ANTALYAYÊ NAHÊLIN XWENDEKARÊN KURD XANÎ KIRÊ BIKIN

Hat îddîakirin ku li ser gefên Emnîyeta Antalyayê, ofîsa emlaqê peymana kirêyê ya bi xwendekarên kurd re betal kir.

 Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Midûrîyeta Emnîyetê ya Antalyayê li xwedîyê ofîsa emlaqê ya ku xwendekarên kurd xanî jê kirê kiribû gerîyaye, gef lê xwarîye ku xanî nedin xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin. Xwendekarê zanîngehê B.A. û B.Y.yê li Taxa Ahlatlı Mahallesi ya navçeya Kepezê peymana kirêkirinê îmze kirin.

Xwedîyê emlakê ku piştî 3 saetan telefonî wan kir, ragihand ku ji alîyê polîsên TEM'ê yên girêdayî Midûrîyeta Emnîyetê ya Antalyayê ve li wî digerin û bi gotinên wekî "terorîst in, nedin wan" gef li wî xwarine. . Xwedîyê buroyê piştî gefa polîsan peyman betal kir.

Xwendekaran dîyar kirin ku dê der barê mexdûrîyeta ku hatine kirin de serlêdana sûc bikin. Ji xwendekarên zanîngehê B.A. û B.Y. ji bo xwe li Taxa Ahlatli ya navçeya Kepezê xanîyek dît û ji bo kirêkirinê peyman îmze kir.

Lê belê ofîsa emlaqê 3 saet piştre li xwendekaran gerîya û jê re got ku polîsên Şaxa TEM’ê ya Midûrîyeta Emnîyeta Antalyayê li wan gerîyane û gef lê xwarine. Xwedîyê ofîsa emlaqê li ser gefên polîsan, peyman betal kir. Xwendekaran da zanîn ku wê ji ber mexdûrîyeta xwe gilîyê polîsan bikin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.