NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI BISMILÊ POLÊS TUNDÎ BIKARANÎYE

Welatîyê bi navê Şeyhmus Eşen ê li navçeya Bismilê ya Amedê îdia kir ku rastî tundîya polîsan hatîye.

HAT ÎDÎAKIRIN KU LI BISMILÊ POLÊS TUNDÎ BIKARANÎYE

Welatîyê bi navê Şeyhmus Eşen ê li navçeya Bismilê ya Amedê îdia kir ku rastî tundîya polîsan hatîye.

Eşen ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û dîyar kir ku do dema bi siwareya xwe diçû sûkê polêsan pêşî lê girtî ye û lêxistin e. Di wê heyamê de zarokê wî yê 2 salî ku di dema bûyerê de di siwareyê de bû, ew jî birîndar bûye.

Eşen ê ku rastê tundîya polêsan hatîye, ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Gazî Yaşargîlê rapor wergirtîye û  dîyar kir ku derbarê polêsên êrîşker de serî li Serdozgerîya Komarê ya Bismilê da ye.

Di daxuyanîya xwe de jî Eşen wiha got, “Di raporê de şopên tundîyê û birînên li ser çav, sîng û milên min cîh digre. Derbarê bûyerê de şahid ê min heye. Divê sûcdar li pêşberê hiqûqê hesab bide.”  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.