NÛÇEYÊN KURDÎ

HAT NÛJENKIRIN - LI AMEDÊ ÊRÎŞA OTOBÊSA POLÊSAN! 9 KES BIRÎNDAR, 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Amedê di dema derbasbûna otobusa polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.

HAT NÛJENKIRIN - LI AMEDÊ ÊRÎŞA OTOBÊSA POLÊSAN! 9 KES BIRÎNDAR,  5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Amedê di dema derbasbûna otobusa polîsan de teqîn çêbû û di encamê de 9 polîs birîndar bûn.

Îro derdora saet 05:10an de li ser rêya Mêrdîn û Amedê nêzîka Bazara Ajelan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbû û di encam de 9 polîs birîndar bûne. Li ser agahdarkirinê hejmarek zêde tîmên tendirûstîyê û hêzên ewkehîyê çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar rakirine nexweşxaneyan.

WEZÎRÊ NAVXWEYÎ DERBARÊ TEQÎNÊ DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê bûyerê de peyamek belav kir û got: "Li Amedê dema polîsên me ji bo karê xwe diçûn demjimêr 05:10an de otomobîleke rawestîyayî bi wesayîta wan ve teqîyaye. Polîsên me yên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tên dermankirin." Herwiha Soylu ragihandîye ku 2 kes bi tohmeta vê teqînê hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.

WALÎTÎYA AMEDÊ DERBARÊ BÛYERÊ DE DAXUYANÎ DA​

Walîtîya Amedê di derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û tê de ragihand ku 9 kes birîndar bûne. Walîtîya Amedê di daxuyanîya xwe de dibêje "roja 16.12.2022an demjimêr 05:10an de dema derbasbûna minibusa hêzên ewlehîyê wesayîta ku li kêla rê hatîye parkkirin hatîye teqandin êrişeke terorîstî pêk hatîye." Li gor daxuyanîya walîtîyê 9 kesên ku di minibusa zirxî ya polîsan de bûne ji bo kontrolê rakirine nexweşxaneyan û ti metirsîya jîyanî li ser wan tineye. Di heman daxuyanîyê hat ragihandin ku di derbarê mijarê de 2 kes hatine desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê êrîşê de lêpirsîn da destpêkirin. Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de 3 gumanbarên din jî hatin binçavkirin û hejmara binçavkirinan derket 5an.

DERBARÊ REWŞA TENDURISTÎYA POLÎSAN DE JI WALÎTÎYÊ DÛBARE DAXUYANÎ HAT DAYÎN

 “Piştê êrîşa danê sibê ya li bajarê me li dijî hêzên çewîk, ji 9 hevalên me 7 hevalên me yên ku ji bo kontrolê sewqî nexweşxaneyan hatibûn kirin, piştê ku tedawîya xwe ya derve bidawî kirin, hatin tahlîyekirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”

DERBARÊ HEYAMA TEQÎNÊ DE DÎMEN-VÎDEOhttps://www.youtube.com/shorts/6b2VUiQGEOA

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.