NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD’A AMEDÊ: NAV BÊ GUHERTIN JÎ ARMCA GIRTÎGEHAN NAGUHER E

Komîsyona Girtîgehan a Navend ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) "Rapora Girtîgeha Girtî ya Ewlekarîya Bilind û Tîpa S" eşkere kir.

ÎHD’A AMEDÊ: NAV BÊ GUHERTIN JÎ ARMCA GIRTÎGEHAN NAGUHER E

Komîsyona Girtîgehan a Navend ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) "Rapora Girtîgeha Girtî ya Ewlekarîya Bilind û Tîpa S" eşkere kir.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, berîya rapor bê eşkerekirin axivî û wiha got, “Zindan ev demeke dirêje di rojeva Tirkîyeyê de ye û binpêkirinên kronîk-kategorîk ên ku nehatine çareserkirin her tim rû didin.

Di destpêka salên 2000’î de bi destpêkirina Tîpên F re tecrîd û tecrîdkirina girtîyan bi giranî hate nîqaşkirin.

Sazîyên pispor, bijîjk û ​​psîkologan destnîşan kirin ku tîpên F wê bandorek neyînî li tenduristîya girtîyan bike û divê bên rakirin.

Piştê tîpên F ketin rewacê girtî mehkûman jî bertek nîşandan. Di çalakîya girtîyan de mûdaxeleyên gelek tund hatin kirin û di wê heyamê de gelek girtîyan jîyana xwe ji dest dan.

Di vê mijarê de îro navên tîpên F hatine guhertin û hebûna wan wekî ewlekarîya bilind, tîpên S û tîpên Y her ku diçe zêde dibe. Armanc tecrîdkirina girtîyan e.

Em weke Komeleya Mafên Mirovan careke din dîyar dikin ku her çend navên girtîgehan bên guhertin jî, heman armancê pêk tînin û bandorên neyînî li ser tenduristîya girtîyan dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.