NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD AMED: EM HELEBÇEYÊ, JENOSÎDA KURDA JI BÎR NAKIN!

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê Komkujîya Helepçeyê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

ÎHD AMED: EM HELEBÇEYÊ, JENOSÎDA KURDA JI BÎR NAKIN!

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê Komkujîya Helepçeyê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîya bi sernavê "Em Helebçeyê, jenosîda kurdan ji bîr nakin!" de hat gotin ku Navenda Giştî ya ÎHD'ê biryar daye ku 16'ê Adarê weke "Roja Qirkirina Kurdan" bê qebûlkirin û ji Komara Tirkîyeyê jî hat xwestin ku vê qirkirinê nas bike. Di daxuyanîyê de hat gotin, "Sûcên ku di çarçoveya Operasyona Enfalê de ji alîyê rejîma Seddam Husên ve hatine kirin, sûcên qirkirinê ne." Heta îro Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê, Norwêc, Swêd, Hollanda û Îngilîstanê qebûl kiribûn ku sûcên di çarçoveya Operasyona Enfalê de hatine kirin jenosîd in. Ji bo Tirkîyeya ku herî zêde Kurd li Rojhilata Navîn dijîn, sûcên ku di çarçoveya Operasyona Enfalê de hatine kirin wek jenosîd nas bike, wê watedar û girîng be. Me ew jenosîda ku 35 sal in bi Operasyona Enfalê pêk hat ji bîr nekir û em ê tu carî jî ji bîr nekin. Em kesên di komkujîyê de jîyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.