Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, AMED, DİYARBAKIR, NÛÇEYÊN AMEDÊ, AMED HABERLERİ, DİYARBAKIR HABERLERİ, AMED RADYO TV, AMED RADYO, AMED TV, BÖLGE HABERLERİ, SON DAKİKA, GÜNDEM, ÎHD JI BO LI DIJÎ NEHEQÎYAN DERKEVIN BANG LI HEMÛ SAZÎYAN KIR
SON DAKİKA

ÎHD JI BO LI DIJÎ NEHEQÎYAN DERKEVIN BANG LI HEMÛ SAZÎYAN KIR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 16 rojnameger û sîyasetmedarên ku 6 meh in li girtîgehê li benda îdianameyê ne, zîyaret kir.

Piştê civînê ÎHD'ê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî da.  Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn di daxuyanîyê de axivî û got, "Bi fermana darazê ya girêdayî û alîgir mirov tên binçavkirin." Zeytûn dîyar kir ku bi operasyona li dijî DBP'ê re serxwebûn û bê alîbûna darazê careke din bûye cîhê nîqaşê û wiha got, "Rojnameger ji ber ku xebatên pîşeyî dimeşînin û binpêkirinên li erdnîgarîya Kurdan bi raya giştî re parve dikin, di girtîgehê de tên girtin. Polîtîkayên zextê û zordestîyê li dijî xebatkarên çapemenîya Kurd û sîyasetmedarên Kurd tê meşandin, divê mûxalefet jê re bêdeng nemîne. Em bang li muxalefeta demokratîk û hemû sazîyên ku maf û azadîyan diparêzin dikin ku li dijî neheqîyê bertek nîşan bidin û xwedî li mafan derkevin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.