NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD YA AMEDÊ JI BO SÎYASETEK BI BANDOR BANG LI MUFALEFETÊ KIR

Di çalakîya "Nobeda Aştîyê" ya ku li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê pêk hat de pêvajoya hilbijartinê hat nirxandin û banga xwedîderketina li daxwazên gel hat kirin.

Di daxuyanîya li Nobeda Aştîyê ya bi sernavê "Dabînkirina aştîya civakî ji hemû encamên hilbijartinê girîngtir e" de hat gotin, "Mijara ku em dixwazin hem bala hikûmet û hem jî bala muxalefetê bikşînin ser encamên hilbijartinê ev e; nîvê welatîyên ku beşdarî hilbijartinan bûne, tevî zextên giran ên desthilatdarîya otorîter nêrînek cuda girtine û ji vê rêbaza heyî ne razî ne. Weke parêzvanên mafên mirovan dibêjin, divê desthilatdarîya sîyasî vê rastîyê li ber çavan bigrin û em dîyar dikin ku ji bo şert û mercên demokratîk, sîstemek sîyasî û têgihiştineke ku mafan diparêze tavilê tevbigerin û bloka muxalefetê bi şêwazeke sîyasî ya bi bandor û xurt bigihêje daxwazên gel.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.