NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎHD YA AMEDÊ: ÎSAL 74 GIRTÎYAN DI GIRTÎGEHAN DE JIYANA XWE JI DEST DA

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi wesîleya 19'ê Kanûnê Roja Hevgirtin û Têkoşîna Mafên Mirovan a li Girtîgehan bi hemû şaxan re bi hevdemî daxuyanîyek da çapemenîyê.

ÎHD YA AMEDÊ: ÎSAL 74 GIRTÎYAN DI GIRTÎGEHAN DE JIYANA XWE JI DEST DA

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi wesîleya 19'ê Kanûnê Roja Hevgirtin û Têkoşîna Mafên Mirovan a li Girtîgehan bi hemû şaxan re bi hevdemî daxuyanîyek da çapemenîyê.

Hevserokê Girtîgehên Navendî yên ÎHD'ê Ercan Yilmaz ku daxuyanî xwend, bi bîr xist ku di 19'ê Kanûna 2000'an de 30 girtî û 2 peywirdarên cemawerîyê jîyana xwe ji dest dane û nêzî 300 girtî jî birîndar bûne û ev bûye bi awayekê hemwext li 20 girtîgehan pêk hatine. Yilmaz wiha got, “Ev qetlîam ji alîyê dewletê ve bi navê ‘Vegera Jîyanê’ hat kirin. ÎHD'ê di Lijneya Giştî ya Asayî ya sala 2002'an de 19'ê Kanûnê weke "Roja Têkoşîn û Hevgirtina Mafên Mirovan a li Girtîgehan" îlan kir. Em careke din daxwaz dikin ku hemû berpirsyarên ku fermana vê operasyonê dane, bên darizandin û edalet pêk bê.” Yilmaz bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got, “Li hemû girtîgehên Tirkîyeyê girtî rastê binpêkirina mafan tên, mafê wan ê tenduristîyê tê astengkirin û mafê jîyanê tê binpêkirin. Bi qasê ku me tespît kirîye ji destpêka sala 2022’an û vir ve herî kêm 74 girtîyan di girtîgehan de jîyana xwe ji dest dane.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.