NÛÇEYÊN KURDÎ

HDPÊ BANG LI FRANSAYÊ KIR: DIVÊ QETLÎAM WERE ROHNÎ KIRIN

Hevserokên Giştî yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, derbarê êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa li Parîsê ku 3 kesan jîyana xwe ji dest dan, daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Buldan û Sancar ku êrîş şermezar kirin wiha daxuyandin, “Me bi xemgînî bihîst ku di êrîşa hovane ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê ya paytexta Fransa de 3 welatîyên Kurd jîyana xwe ji dest dane û 3 welatîyên din jî birîndar bûne. Di serî de em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin û ji malbat û xizmên kesên jîyana xwe ji dest dane re sersaxîyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Hêvîya me ji rayedarên Fransî ew e ku gavek berê gavekê kiryar û êrîş bên eşkerekirin û raya giştî bi awayekî zelal were agahdarkirin. Yekane rêya pêşîgirtina li êrîşên bi vî rengî yên nîjadperest wê ev be ku heqîqet tavilê ronî bibe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.