NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP'Ê CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ KIR

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê HDP bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, daxuyanîyek nivîskî weşand.

HDP'Ê CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ KIR

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê HDP bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, daxuyanîyek nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengîya Celadet Elî Bedirxan, li paytexta Sûrîyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir.

Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê Kurdî de roleke dîrokî lîstîye.

Ji sala 2006’an ve roja destpêkê ya damezirandina kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Cejna Zimanê Kurdî li hemû dildar û kedkarên zimanê Kurdî û li hemû gelê Kurd pîroz dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.