NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP DEST BI XEBATÊN HILBIJARTINÊ DIKE

Desteya Rêveberîya Navendî (DRN) ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna ku bi serokatîya Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hate kirin de dîyar kirin ku xebatên hilbijartinê wê werin destpêkirin.

HDP DEST BI XEBATÊN HILBIJARTINÊ DIKE

Desteya Rêveberîya Navendî (DRN) ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna ku bi serokatîya Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hate kirin de dîyar kirin ku xebatên hilbijartinê wê werin destpêkirin

HDP destnîşan kir ku wê bi xebateke qadê ya di meha îlonê de ku ji 6 baskan pêk were, gava destpêkê ya hilbijartinê diavêje. Li gor agahîyên hatin bidestxistin, di civîna DRN’ê de biryar hat dayîn ku ji bo hilbijartinên pêşwext an jî yên di dema xwe de bên kirin xebat tên destpêkirin. Hat ragihandin ku digel ku alîyê bloka îktîdarê dibêje wê hilbijartin di dema xwe de were kirin, HDP weke gava destpêkê ya xebatên xwe yên hilbijartinê yên meha îlonê, wê bi civînên gel, rêxistinên civakî yên sivîl û civînên esnafan li gelek cihan xebatên amadekirina polîtîkaya hilbijartinê bimeşîne.

Di vê çarçoveyê de hat dîyarkirin ku şandeya serokatîya Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay dê di 12,13 û 14’ê îlonê de li Dêrsim, Xarpêt û Meletîyê, şandeya Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di 14, 15 û 16’ê îlonê li Çewlîg, Bedlîs û Mûşê, şandeya Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di 19,20 û 21’ê îlonê li Aydin, Mûgla û Antalyayê, şandeya Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tûncer Bakirhan jî li Riha û Dîlokê bi gel û Rêxistinên Sivîl ên Civakî (RSC) re bicive û her wiha serdana esnafan bike.

Ligel van bernameyan wê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di 22’yê îlonê de li Qersê, bi beşdarbûna Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan jî di 26’ê îlonê de li Semsûrê civînên gel bên lidarxistin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.