NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP'Ê JI BO HESTÎYÊN LI BINÊ AXÊ PÊŞNÎYAZNAMEYEK DA MECLÎSÊ

Hestîyên ku li navçeya Bismilê ya Amedê di dema xebatên hilweşandinê yên qereqolê de hatin dîtin, hat xwestin ku bên lêkolînkirin.

HDP'Ê JI BO HESTÎYÊN LI BINÊ AXÊ PÊŞNÎYAZNAMEYEK DA MECLÎSÊ

Hestîyên ku li navçeya Bismilê ya Amedê di dema xebatên hilweşandinê yên qereqolê de hatin dîtin, hat xwestin ku bên lêkolînkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remzîye Tosun, Hişyar Ozsoy, Dersîm Dag û Garo Paylan di derbarê mijarê de daxwaza lêpirsîna meclîsê kirin. Di metna hinceta ku HDP’ê ji meclîsê re ragihand de wiha hat gotin; “Ji bo pisporan yekser bi rêbazên zanistî lêkolînê bikin, ji bo rastîya li vir derkeve holê, ji bo nasnameyên cenazeyên hatine dîtin dîyar bibin û ev cenaze radestî malbatên wan bên kirin, bi awayekî rêkûpêk bên definkirin û ji bo di vê pêvajoyê de sûcdar bên tespîtkirin, divê lêpirsîneke bi bandor bê kirin û careke din sûcên li dijî mirovahîyê neyê kirin, em pêşniyar dikin ku lêpirsîna meclîsê bê vekirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.