GÜNDEM

HDP’Ê JI BO KOMELEYÊN ASTENGDARAN PÊŞNÛMEYA DERFETÊN ABORÎ DA MECLÎSÊ

Di çarçoveya 3'ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê de Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Zeynel Ozen pêşnûmeqanûna ku ji bo komeleyên astengdaran îmkanên aborî bê dayîn pêşkêşê Meclîsê kir.

Ozen, di naveroka pêşnûmeyê de wiha got, “Li gorê daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê li welatê me 8 mîlyon û nîv astengdar dijîn. Ji bo astengdar li gorê pîvanên navneteweyî û mafên mirovan bijîn û mafên xwe yên bingehîn bi awayekê wekhev bi dest bixin, divê alîkariya civakî bê zêdekirin, şert û mercên fizîkî bên sererastkirin û derfeta kar bê zêde kirin. Her wiha divê komeleyên ku ji bo jiyana astengdaran hêsan bike xizmet û destekê didin, bên destek kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku ev komele karibin xwe bigihînin cîhên herî biçûk û xizmeta welatîyên me bikin, divê lêçûnên kirê ku yek ji giranîya aborî ya mezin a van komeleyan e, li gorê prensîba dewleta civakî bê girtin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.