NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP JI NÛ VE XWE BI RÊXISTIN Û AVA DIKE

Piştê ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ên ku di hilbijartinê de serkeftinên dihat hêvî kirin bi dest nexistin, dîyar kirin ku ew ê ji hevserokatîyê vekişin û HDP'ê biryara ji nû ve xwe bi rêxistin û avakirinê da û dest bi civînên gel kir.

HDP ya ku bû hedefa rexneyên tund ku hilbijêrên Kurd ji “rojeva xwe ya sîyasî” qut kirin û polîtîkaya çareserîya pirsgirêka Kurd wek planeke duyemîn hesibandin, li hemû bajarên ku lê HDP heye, ji bo dîyarkirina sîyaseteke nû hatîye organîzekirin dest bi civînên gel kir.

Di civînên ku tê de sedema kêmasîyên sîyasî, hevbendî û lawazbûna têkilîyên navbera partî û gel tên gotûbêj kirin. Di vê çarçoveyê de HDP'ê di 14'ê Tîrmehê de li Amedê dest bi civînên gel kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.