GÜNDEM

HDP’Ê KAMPANYAYA ‘XEZÎNEYA ME GELÊ ME YE’ DA DESTPÊKIRIN

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

HDP’Ê KAMPANYAYA ‘XEZÎNEYA ME GELÊ ME YE’ DA DESTPÊKIRIN

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Gunay da zanîn ku li dijî biryara bloqekirina hesabên alîkariya xezîneyê, kampanyaya “Xezîneya me gelê me ye” dane destpêkirin.Gunay diyar kir ku ji bo HDP nikaribe xebatên hilbijartinê bimeşîne ev biryar hatîye dayîn û bi vê biryarê re mafê destûra bingehîn a alîkariyên Xezîneyê hatiye astengkirin.Gunay wiha pêde çû, “Em îro li ser daxwazên xurt ên gelê xwe yên piştgirî û hevgirtinê dest bi kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ dikin. Bi hêz û hevgirtina gelê xwe, em ê di dîroka xwe de xebatên hilbijartinê yên herî bi rûmet bimeşînin.”Gunay, anî ziman ku wan bi bexşên hevserok û wekîlan dest bi kampanyayê kirine û dîyar kir ku ew ê piştre li hemû bajar û navçeyên ku lê bi rêxistin bûne berfireh bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.