NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP'Ê PÊŞNIYARA QANÛNA 3 HEZAR TL PIŞTGIRÎYA KIRÊYA MEHANE PÊŞKÊŞÎ MECLÎSÊ KIR

HDP'ê "Pêşniyara Qanûna 3 hezar TL Piştgirîya Kirêya Mehane ji Hemû Kirêdarên Ne Milk re" pêşkêşî Serokatîya Meclîsê kir.

HDP'Ê PÊŞNIYARA QANÛNA 3 HEZAR TL PIŞTGIRÎYA KIRÊYA MEHANE PÊŞKÊŞÎ MECLÎSÊ KIR

HDP'ê "Pêşnîyara Qanûna 3 hezar TL Piştgirîya Kirêya Mehane ji Hemû Kirêdarên Ne Milk re" pêşkêşê Serokatîya Meclîsê kir. Di daxuyanîya di derbarê pêşnîyarê de wiha hate gotin; "di serdema dawî de, bi encama polîtîkayên şaş ên aborî yên hikûmetê re kirê gelek zêde bûye. Bihayên xanîyan ji asta ku hemwelatîyên me yên xizan dikarin bigihêjin pir zêdetir e. Ev dibe sedem ku kirê hîn zêdetir bilind bibe. Di van şert û mercan de, ji bo welatîyên me yên ku di kirê de dijîn, li gor prensîba dewleta civakî, divê piştgirîya kirê bê dayîn. Em HDP pêşniyar dikin ku, her meh 3 hezar TL 'piştgirîya kirê' bidin hemû kirêdarên ku ne xwedî milk in.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.