NÛÇEYÊN KURDÎ

HEDEP BI 3 ZIMANAN PIŞTGIRÎ DA MAMOSTE MIZGÎN

Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (HEDEP) bi 3 zimanan piştgirî da Mizgîn Yalçin a ji ber hînkirina navên Kurdî yên bajaran ji xwendekarên xwe re rastê hewldana lîncê hatibû.

HEDEP BI 3 ZIMANAN PIŞTGIRÎ DA MAMOSTE MIZGÎN

Mamosteya Kurdî ya Navçeya Farqînê ya Amedê Mizgîn Yalçin, ji ber ku navên Kurdî yên bajaran hînê xwendekarên xwe kiribû rastê hewldana lîncê hat. Piştê baro û sazîyên sivîl HEDEP jî piştgirî da Mamoste Mizgîn.

HEDEP’ê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi sê zimanan piştgirî da mamoste Mizgîn Yalçin wiha got, “Mafê hebûna Kurdan bi ziman, çand û erdnîgarîya ku lê ji dayîk bûye ve tê naskirin.

Kevinbûna vê erdnîgarîyê bi navên ku bi sedsalan hatine gotin temam e. Em vê êrîşa cudaxwazîyê weke sedema bêtehamulî û êrîşa li ser zimanê Kurdî dibînin. Em bi mamosteya xwe ya ezîz Mizgîn Yalçin re disekinin û germahî û kelecana vê kêlîya ku şagirtên wî yên ezîz bi zimanê xwe yê zikmakî dicivin, parve dikin.

Em bi Mamoste Mizgînê re ne! Mamoste Mizgîn Yalçın’ın yanındayız! Ma Mamosta Mizgîne reyde yê!”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.