NÛÇEYÊN KURDÎ

HEDEP: EM Ê LI HER DERÊ NAMZETÊN XWE NÎŞAN BIDIN

Berdevka HEDEP Dogan anî ziman ku ewê li 81 bajaran bi namzetê xwe têkevin hilbijartina herêmî ya ku di 31ê Adara 2024an de bên kirin.

HEDEP: EM Ê LI HER DERÊ NAMZETÊN XWE NÎŞAN BIDIN

Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) ragihand ku ew ê li 81 bajaran bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê.

 

Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partîyê civîna çapemenîyê li dar xist. Dogan da zanîn ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de ew ê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinan û wiha got, "Li tevahîya Tirkîyeyê, tevê bajarên mezin jî di nav de meyl heye ku em bi namzetên xwe re têkevin hilbijartinên herêmî. Wê ev biryar di Meclîsa Partiyê de bê nirxandin."

 

Dogan, dîyar kir ku serlêdanên namzetan dest pê kirine û wiha berdewamkir: "Li ku derê şert û mercên pêşhilbijartin hebe, em ê bi pêşhilbijartinê namzetên xwe dîyar bikin. Di pêşhilbijartinê de tenê endamên partîyê dengê xwe nadin. Em ê ne tenê namzetên hevşaredarên xwe, endamên meclîsa şaredarîyê û ji sê paran du meclîsên me yên giştî yên bajaran di pêşhilbijartinê de dîyar bikin."

 

HDP'ê di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya û Edene jî di nav de li gelek bajaran namzet nîşan nedabû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.