NÛÇEYÊN KURDÎ

HEDEP JI BO KUŞTINA DINK 'CIVÎNA GIŞTÎ' DIXWAZE

Cîgirserokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, ji bo der barê serbest berdana kujerê Hrant Dînk de li Lijneya Giştî ya Meclîsê ‘Niqaşa Giştî’ bê kirin serî li Serokatiya Meclîsê dan.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku tevî ku di ser kuştinê re 16 sal derbas bûne jî kesên ku biryara kuştinê dane jî nehatine eşkerekirin û hesap nehatine pirsîn."Ogûn Samast ê ku ceza lê hatibû birrîn, duh bi hinceta ‘halê baş’ serbest bû. Ev biryara berdanê, ne tenê bêcezabûna cînayetên siyasî zêde kir, di wijdanê civakê de jî bû sedema birîneke kûr. Bi vê mebestê em dixwazin li ser kuştina Hrant Dînk Gotûbêjeke Giştî vekin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.