NÛÇEYÊN KURDÎ

HEJMARA DILDARÊN WEZÎFEDARÊ SINDOQAN BI SER 200 HEZARÎ KET

Komeleya Oy ve Otesi dîyar kir ku di hilbijartinên 28'ê Gulanê de hejmara serlêdanên dildar ên ji bo beşdarbûna sindoqan, ji 200 hezarî derbas kirîye.

HEJMARA DILDARÊN WEZÎFEDARÊ SINDOQAN BI SER 200 HEZARÎ KET

Komeleya Oy ve Otesi dîyar kir ku di hilbijartinên 28'ê Gulanê de hejmara serlêdanên dildar ên ji bo beşdarbûna sindoqan, ji 200 hezarî derbas kirîye.  

Li gor agahîyên ku rayedarên komeleyê parve kirin e, her welatîyekî Tirkîyeyê yê ku temenê wî ji 18 salî mezintir e û mafê wî yê dengdanê heye, dikare bi serî li platform û partîyên ku di vî warî de kar dikin, yên wekî Oy ve Otesi bibe çavdêrê sindoqan.

Rayedarên komeleyê destnîşan kir ku kesên dixwazin li ser sindoqan bibin çavdêr û wezîfedar, divê perwerdeyê bibînin û dîyar kirin ku perwerde dikarin li ser înternetê an jî rû bi rû werin dayîn.

Hat gotin ku perwerde bêyî ku hewcedarîya pêş-qeydkirinê, ji beşdarbûna her welatîyan re vekirî ye.

Di daxuyanîya komeleyê de wiha hat gotin: “Em daneyên ku dema dildarên me encamên dengdayînê yên ku di dawîya rojê de hatine eşkerekirin wêne dikin û di pergala xwe de bi hemû partîyên sîyasî yên ku daxwaz dikin re parve dikin. Lê mafê her dengdêrekî heye ku encaman bişopîn e.  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.