NÛÇEYÊN KURDÎ

HEJMARA GIRTIYÊN DI GIRTÎGEHAN DE Jİ NUFÛSA 20 BAJARAN ZÊDETIR E

Hat ragihandin ku hejmara girtî û mehkûmên li girtîgehan 297 hezar û 860 kes in.

HEJMARA GIRTIYÊN DI GIRTÎGEHAN DE Jİ NUFÛSA 20 BAJARAN ZÊDETIR E

Hat ragihandin ku hejmara girtî û mehkûmên li girtîgehan  297 hezar û 860 kes in. Li gorî îstatîstîkên Saziya Înfaza Cezayê, hejmara girtiyan li Tirkiyeyê bi lez zêde dibe. Hejmara kesên di girtîgehan de ji aliyê nifûsê ve li ji 20 bajarên Tirkiyeyê qelebalixtir e. Li gorî nûçeya Nurcan Gokdemîr a ji rojnameya Bîrgunê, di 31'ê Kanûna 2021'an de ji sedî 87,2 ê girtiyan mehkûm in û ji wan ji sedî 12,8 girtî ne. Ji sedî 96,1ê girtî û hikumxwaran mêr û ji sedî 3,9 jî jin in. Di sala 2021 de, dema ku krîza aborî zêde bû, bêtir sûcên diziyê hatin kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.