NÛÇEYÊN KURDÎ

HEJMARA MIRÎYÊN DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ DE JI 20 HEZARÊ DERBAS BÛ

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de jîyana xwe ji dest dan 20 hezarê derbas kir. Li gor daneyên ku Wezareta Tenduristîyê ya li Gazeyê eşkere kir di êrîşên ku ji 7ê cotmehê vir va ji alîyê Îsraîlê ve hatin kirin de hejmara mirîyan derket 20 hezar û 57an û 53 hezar û 320 kes jî birîndar bûn.

HEJMARA MIRÎYÊN DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ DE JI 20 HEZARÊ DERBAS BÛ

 

 

Şeva borî hêzên Îsraîlî ji hewa û bejahîyê ve gelek cîhên sivîlan ku di nav wan de Kampa Penaberan a Cîbalya, bajarokên Refah û Xan Yûnis ên li Şerîda Gazayê bombebaran kirin.

Li gorê ajansa fermî ya Filistînê WAFA, di êrîşên li ser bajarê Xan Yûnisê de herî kêm 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Cenazeyan û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Nasir a bajêr.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.