NÛÇEYÊN KURDÎ

HEJMARA MIRÎYA YA DI ERDHÊJA JAPONYAYÊ DE DERKET 30Î

Di erdhêja Japonyayê de hejmara mirîyan derket 30î, hişyarîya tsunamî hat rakirin û erdhêjên zêde yên biçûk car caran didome.

HEJMARA MIRÎYA YA DI ERDHÊJA JAPONYAYÊ DE DERKET 30Î

Di erdhêja bi lerza 7,6 ya ku li Japonyayê pêk hat de hejmara kesên jîyana xwe ji dest dan derket 30î.

 

Li herêma ku gelek erdhêjên bi lerza navbera 5 û 7an pêk hatin nêzê 200 avahî xera bûn, hişyarîya tsunamîyê hat rakirin.

 

Hat ragihandin ku piştê erdhêjan otoban hilweşîyane û di şewata ku li bajarê Wajima yê li Nîvgirava Notoyê derketîye de nêzê 200 avahîyên li derdora wê xera bûne.

 

Hat ragihandin ku 14 kes li cîhên cuda di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.