NÛÇEYÊN KURDÎ

HEJMARA QURBANÎYÊN LEHÎYÊ DERKET 15 KESAN

Di karesata lehîyê ya li Riha û Semsûrê de hejmara qurbanîyan zêde dibin.

HEJMARA QURBANÎYÊN LEHÎYÊ DERKET 15 KESAN

Di karesata lehîyê ya li Riha û Semsûrê de hejmara qurbanîyan zêde dibin.

Li bajarên Riha û Semsûra ku bandora karesata erdhêjê lê didome, ev car ji ber baranê lehî rabû. Kuçe û kolanê bajêr di bin avê de man û siware ber avê çûn.

Li navenda Rihayê, ser û binê pira  Abîde bi avê tijî bû, bajar bi yekser bû wek gola avê.

Ji alîyê din ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Li bajêr ji ber baran û lehîyê perwerdehî ji bo rojekê hat rawestandin.

Walîtîya Rihayê ji kesên ku li qatên erdê û jêrzemînan yên li nêzî çem û qanalên avê dijîn, hişyarî da ku divê malên xwe vala bikin.

Rêya Semsûr-Çelîxanê jî, ji ber hilweşîna pirê ji trafîkê re hat girtin. Li herêma ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, li Rihayê 13, li Semsûrê jî 2 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.