NÛÇEYÊN KURDÎ

HEJMARA QURBANÎYÊN LEHÎYA LI RIHA Û SEMSÛRÊ DERKET 21 KESAN

Cenazeyê ajokarê qamyona ku li Rihayê di bin avê de mabû, piştî 10 rojan hat dîtin.

HEJMARA QURBANÎYÊN LEHÎYA LI RIHA Û SEMSÛRÊ DERKET 21 KESAN

Cenazeyê ajokarê qamyona ku li Rihayê di bin avê de mabû, piştî 10 rojan hat dîtin.

Emîn Ergun ê ku di 15'ê Adarê de li Taxa Yalintaş a li ser rêya navçeyên Bozova û Hîlwanê yên Rihayê, ji ber lehîyê winda bûbû, piştê 10 roj şûnde hat dîtin.

Li Riha û Semsûrê ya ku piştê erdhêjê, lehî lê rabûbû, hejmara qurbanîyan derket 21 kesan. Walîyê Rihayê Salîh Ayhan di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got, "Di encama hewldanên bênavber de ekîbên me gihiştin cenazeyê birayê me yê ku ji ber lehîyê li navçeya me Bozovayê jîyana xwe ji dest da.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.