NÛÇEYÊN KURDÎ

HEJMARA QURBANÎYÊN LEHÎYA RIHA Û SEMSÛRÊ DERKET 18 KESAN

Hejmara kesên di encama lehîya ku li Riha û Semsûrê pêk hat de jîyana xwe ji dest dane, derket 18 kesan.

HEJMARA QURBANÎYÊN LEHÎYA RIHA Û SEMSÛRÊ DERKET 18 KESAN

Hejmara kesên di encama lehîya ku li Riha û Semsûrê pêk hat de jîyana xwe ji dest dane, derket 18 kesan.

Welatîyekî ku ji ber lehîya piştê erdhejê li Rihayê pêk hat de di beşa lênerîna lezgîn de dihat dermankirin, jîyana xwe ji dest da.

Li Rihayê ji ber lehîyê heta niha 16 kesan jîyana xwe ji dest dan e. Di heman demê de li Semsûrê jî 2 kesan jîyana xwe ji dest dan.

Li Rihayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û ji ber îhtîmala ku kesên wenda bûne, dibe ku jîyana xwe ji dest dabin, ji zêdebûna hejmara mirîyan tê fikar kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.