NÛÇEYÊN KURDÎ

HELBESTVAN KARAKOÇ DI SALVEGERA MIRINA WÎ DE HAT BI BÎRANÎN

Helbestvan Sezaî Karakoç bi eslê xwe ji Amêdê ye di salvegera wefata xwe de li Amedê bi bernameyeke taybet hat bibîranîn.

HELBESTVAN KARAKOÇ DI SALVEGERA MIRINA WÎ DE HAT BI BÎRANÎN

Helbestvan Sezaî Karakoç bi eslê xwe ji Amêdê ye di salvegera wefata xwe de li Amedê bi bernameyeke taybet hat bibîranîn. Bernameya bîranînê li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bi 'Pêşangeha Dokumantasyon ya Ez Karkerê Vejînê Sezaî Karakoç im' dest pê kir. Waliyê Amedê û Qeyûmê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su di bîranînê de axivî û diyar kir ku Karakoç xebatên girîng pêk anîne û wiha got; “Fikrên ku wî derxistîye pêş, pirtûkên ku wî nivîsandîye, helbestên ku wî nivîsandîne, û berhemên ku wî bi edebiyata me daye qezenc kirin îro jî mîna do ronî dikin. Bi berhem, helbest û nivîsên xwe di nav me de jiyana xwe didomîne. Rehma Xwedê lê be." Piştî axaftina vekirinê hunermend Îbrahîm Sadrî ji bo bîranîna Sezaî Karakoç konsera helbestê li dar xist.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.