NÛÇEYÊN KURDÎ

HEMWELATÎ DIXWAZIN AVAHÎYA VALA YA LI BAGLARÊ BÊ HILWEŞANDIN

Welatîyên Amedê dixwazin avahîya vala û hatîye terkkirin a ku bûye cihê diz û tiryakkêşan were hilweşandin.

HEMWELATÎ DIXWAZIN AVAHÎYA VALA YA LI BAGLARÊ BÊ HILWEŞANDIN

Welatîyên Amedê dixwazin avahîya vala û hatîye terkkirin a ku bûye cihê diz û tiryakkêşan were hilweşandin.

Li Taxa Kaynartepe ya navçeya Baglara Amedê li kolanên 231 û 251emîn, avahîya du qatî ya vala û terkkirî, ewil bû hedefa dizan, paşê bû cîyê tiryakkêşan û kesên ku dixwazin fuhûşê bikin. Dikandar û şênîyên avahîyê îdia kirin ku wan 2 caran îmze berhev kirine û dîyar kirin ku ew dixwazin tavilê ev avahî bê hilweşandin. Her wiha welatîyên derdorê dîyar kirin ku her roj xwendekarên dibistanê di ber vê avahîyê re diçin û tên û hemû xerabîyên tên kirin li ber çavê wan diqewim e. Em bang li rayedaran dikin ku divê tavilê vê avahîyê hilweşînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.