NÛÇEYÊN KURDÎ

HERÊMÊN KURD YÊN KERKÛKÊ BÊ ELEKTRÎK MA

Li Kerkûkê hat dîyarkirin ku bi rojan e gundên Kurdan bê ceyran mane.

HERÊMÊN KURD YÊN KERKÛKÊ BÊ ELEKTRÎK MA

Li Kerkûkê hat dîyarkirin ku bi rojan e gundên Kurdan bê ceyran mane.

Li gor nûçeya Kurdistan24’ê, hat ragihandin ku 15 gundên girêdayî navçeyên Pirde û Şiwan ên Kerkûkê, rojane 2 seatan elektrîk hatine dayîn. Welatîyên herêmê dîyarkirin ku ji ber vê rewşê ketine metirsîyê û hêrs bûne. Welatîyan dîyarkirin ku sîyaseta ku li Kerkûkê ji alîyê desthilatdaran ve tê meşandin, berdewamîya polîtîkaya serdema Baasê ye. Xelkê herêmê ji ber qutbûna elektrîkê protestoyê kirin û rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê bi temamî girtin. Welatîyê bi navê Nîhat Muhammed wiha got; “Ev 15 roj in gundên vê herêmê bê ceyran in. Gelo rast e di van rojên germ de, me bê ceyran dihêlin? Eger ev ne sîyaseteke plankirî ye, çima li seranserê Kerkûkê tenê navçeyên Kurdan bê ceyran mane?” Welatîyekî din ê bi navê Alî Cevher jî anî ziman ku tişta hatîye kirin, encama sîyaseta erebkirinê ye û dîyarkir ku ev herêm qadên çandinîyê ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.